TEV-DEM`ê banga xurtkirina hevgirtinê li hember êrişan kir

TEV-DEM`ê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember wan êrişan hevgirtina xwe xurt bikin.

TEV-DEM`ê banga xurtkirina hevgirtinê li hember êrişan kir
14 ÇILE, 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek parve kir. 

Tevgerê di daxuyaniyê de got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên perwerdeyê, tenduristiyê û navendên petrolê didomîne. Ji van êrişan, tunekirina hêmanên jiyanê, astengkirina pêşketina pergala demokratîk a li herêmê ye."

Di dewama daxuyaniyê de tevgerê diyar kir ku dewleta Tirk ji ber hişmendiya xwe ya înakirinê ku mafên pêkhateyên din nas nake, êriş herêmê dike.

Tevgerê êrişên dewleta Tirk a dagirker û durutiya Meclisa Ewlehiyê ya NY, saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hember êrişan û sûcên dewleta Tirk bêdeng in.

Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê bang li pêkhateyên herêmê, hêz û partiyan, rêxistinên ciwan û jinan û saziyên civaka sivîl kir ku li hember êrişan hevgirtina xwe xurt bikin.

(şx)

ANHA