Tengava Hurmuzê û guhertinên herêmî rojevên medyaya erebî bûn

Ligel berdewama bandora şerê Amerîka-Îranê û belavbûna wî li korîdorên deryayî krîza Tengava Hurmuzê di nava guhertinên herêmî de derketiye pêş. Di heman demê de aloziya li Xeza, Şerîda Xeza û Lubnanê zêde dibin.

Tengava Hurmuzê û guhertinên herêmî rojevên medyaya erebî bûn
4 cotmeh, 2026   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa guhertinên herêmî yên bilez weke krîza Tengava Hurmuzê, bandorên şerê Amerîka-Îranê, pêşketinên li Xeza, Şerîda Xeza û Lubnanê kir.

HURMUZ Û KORÎDORÊN DERYAYÎ DI DILÊ PEVÇÛNÊ DE NE

Rojnameya “The Independent Arabia” di analîzeke bi sernavê "Gelo pêngava din a Trump di pevçûna bi Îranê re çi ye?" de, bal kişand ser pêvajoya têkiliyên DYA’yê û Îranê. Rojnameyê destnîşan kir ku pevçûn gihîştiye "qonaxeke xeternak"; ligel berdewama aloziyên leşkerî yên li herêmê, têkiliyên nerasterast ên bi rêya navbeynkaran jî didomin.

Di heman çarçoveyê de, rojnameya “Al Ahram” di gotarekê de bi sernavê "Şerê tengavan! rola zêde ya korîdorên teng ên deryayî di pevçûnên herêmî de", behsa pêwendiya di navbera Tengava Hurmuz, Tengava Bab El Mendeb û Kanala Siwêsê de kir. Di gotarê de hate destnîşankirin ku pevçûnê rengekî herêmî wergirtiye û ev rêyên deryayî di vê têkoşînê de bûne qadên sereke.

Rojnameya “El Xelîc” jî di navbera qeyranên pergala navneteweyî û şerên hevdem de girêdanek çêkir. Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku girtina Tengava Hurmuz gefê li herikîna enerjiyê dixwe, ji ber ku "yek-pênca çavkaniyên petrolê yên cîhanê" ji vê tengavê derbas dibin.

XEZA, ŞERÎDA XEZAYÊ Û BELAVBÛNA PEVÇÛNAN LI LUBNANÊ

Der barê dosyeya Filistînê de, rojnameya “El Qudis El Erebî” hişyarî da li ser encamên ketina hêzên Îsraîlî bo nav Mizgefta Eqsayê û daxuyaniyên têkildarî destpêkirina şerekî li Şerîda Rojava. Rojnameyê ev kiryar bi berfirehkirina avahiyên niştecihbûnê, desteserkirina axê û hewldanên ferzkirina rastiyên nû li ser erdê ve girê dan.

Her wiha rojnameyê di gotarekê de bi sernavê "Lubnan di navbera du hilbijartinan de: Çawa rûbirûyê zextên Îsraîl û Amerîkayê dibe?" behsa rewşa Lubnanê kir û pêşhatên siyasî û ewlehiyê bi hilbijartinên pêşwext ên Îsraîlê û hilbijartinên nîv-dewreyî yên Amerîkayê ve girê dan. Di heman çarçoveyê de, rojnameya “El Ahram” di analîzeke bi sernavê "Anketên cuda û qada siyasî ya Îsraîlê ya vekirî ji bo hevpeymaniyên aloz” de, behsa cewherê pêşbaziya hilbijartinê ya li nav Îsraîlê û bandora şerên Xeza û Lubnanê û her wiha hesabên herêmî li ser wê kir.

LUBNAN RÛBIRÛYÎ JINÛVE BIRÊKÛPÊKIRINA SIYASÎ Û EWLEHIYÊ DIBE

Rojnameya “ El Şerq El Ewset” di gotarekê de bi sernavê "Ji helwestê ber bi çarçoveyê"  bal kişand ser guhertinên li nav Lubnanê. Rojnameyê şopand ka pêwendiya di navbera Şepêla Neteweyî ya Azad û Hizbullahê de çawa pêş ketiye û di salên dawî de çi guhertin tê de çêbûne. Di heman demê de, rojnameya Lubnanî “El Şerq” di gotarekê de bi sernavê "Hizbullah li çi hêvî dike?" behsa encamên şerê li başûrê Lubnanê kir. Rojnameyê bal kişand ser mezinahiya ziyan û koçberiyê, her wiha li ser gavên ku tê payîn serok Joseph Aoun di qonaxa bê de bavêje.

Di gotarekê de bi sernavê "Hilatin û avabûna rojê, piştî hin guhertinan: encam an jî bandorên Li pey?". Rojnameyê pêşeroja Lubnanê bi guhertinên herêmî yên kombûyî ve girê da. Rojnameyê destnîşan kir ku pêşhat û şerên dawî dê bandoreke kûr li ser welêt û herêmê bikin, û vegerandina rewşa berê bûye karekî zehf dijwar.

(f)