Tengava Hurmuz bi temamî hat girtin

Muhafizên Şoreşê ya Îranê ragihand ku trafîka behrê ya li Tengava Hurmuzê bi temamî girtine.

Tengava Hurmuz bi temamî hat girtin
27 adar, 2026   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 Muhafizên Şoreşê ya Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî girtine. Di daxuyaniyê de gefa “her keştiya derbas dibe dê bi tevdîrên tund rû bi rû bimîne” xwar û got dê biryara hatiye dayin bêtawîz bê bicihanîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevahiya xebatên xebatên sewqiyatê ji bo bendergehên dijminên me Îsraîl-DYA’yê û alîgirên wan tên kirin, hatine qedexekirin.”

Hat destnîşankirin ku kîjan korîdor were bikaranîna bila bê bikaranîn, dê sewqiyeata ji bo welatên navborî bên astengkirin.