Li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê êrişên komên çekdar

Komek çekdarên ji gundewarê bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê ku piranî şêniyên wê Xiristiyan in derbasî taxan bûn, êrişî welatiyan kir û agirbazî avêtin.

Li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê êrişên komên çekdar
27 adar, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me li herêmê bi dest xistine, komeke çekdarî derbas bajarê Siqêlbiyê yê gundewarê parêzgeha Hemayê bûn, êrişî hejmarek keç û xortan kir, pevçûn derket, çekdaran gefên avêtina bombeyan xwarin.

Nûçegihan anî ziman ku piştî bûyerê hejmarek din a çekdaran ji gundên derdorê ketin bajêr, li gelek taxan dengê avêtina guleyan hat bihîstin. Hejmarek qehwexane û kafetirya hatin şikandin, êrişî keç û xortan hatin kirin.

Li hember vê bûyerê, hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî nikarin destwerdanê bikin, binpêkirinan rawestînin û aramiyê li bajêr vegerînin.

(fr)