Têkoşera filistînî Selwa Ebû Xedra wefat kir

Têkoşera filistînî û sekretera berê ya Yekitiya Jinan a Filistînê û endama tevgera Fetihê Selwa Ebû Xedra wefat kir.

Têkoşera filistînî Selwa Ebû Xedra wefat kir
16 mijdar, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşîna filistînî Selwa Ebû Xedra duh (15 Mijdar) li paytexta Urdunê Emanê jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, Tevgera Fetihê û Yekitiya Jinan a Filistînê ji bo Selwa Ebo Xedra peyamên sersaxiyê weşandin.

Mehmûd Ebas di peyaman xwe de got: "Jiyana xwe ji bo doza gelê xwe û ji bo parastina mafên rewa yên azadiyê û serxwebûnê borand."

Tevgera Fetihê jî diyar kir ku têkoşer Sewla Ebû Xedra 1965`an ve tev li tevgerê bû û di sala 1965ˈan ji bo endamtiya meclisa şoreşgerî ya tevgerê hat hilbijartin, her wiha wekî endam di Meclisa Navnedî û Meclisa Nîştimanî ya tevgerê de kar kir. Fetihê rola Selwayê di rêvebirina Yekitiya Giştî ya Jinan a Filistînê silav kir.

Yekitiya Giştî ya Jinan a Filistînê di peyama xwe de bal kişand ser van xalan: "Selwa Ebû Xedra yek ji pêşengên yekitiyê bû. Ji bo azadiya gelê Filistînê rojane dixebitî. Jinên filistînî di aliyê nîştimanî û civakî de bi pêş xist. Nimuneya jina pêşeng, komkar û jêhatî bû. Biryardar bû û di wê baweriyê de bû ku serkeftin mîsoger e."

Selwa Ebû Xedra sala 1929`an li Yafa ji dayik bûye. Sala 1947`an xwendina xwe li zanîngeha Oxfordê beşa perwerdeyê qedand û sala 1952`yan ji beşa wêjeya fransî ya zanîngeha Keşîş Yusif a Beyrûtê derçûye. Piştre berî dide Kiwêtê û li wir bi cih dibe. Li Kiwêtê di fêrkirina Filistîniyan de rol list.

Yekemîn baxçeya zarokan li Kiwêtê ji aliyê wê ve tê avakirin. Dûre dibistanekê ava dike û heta 1990`an tê de kar kir. Piştî şerê Kendavê dest pê dike, sala 1991`an tevî keça xwe ji Kiwêtê derket û li Misirê rûdinê.

Sewla Ebû Xedra sala 1965`an cihê xwe di Tevgera Fetih de digire û di nava tevgerê de gelek wezîfeyan digire. Sala 1985`an wekî endama meclisa şoreşgerî ya tevgerê kar meşand û di 1969`an de endama meclisa nîştimanî û ji 1972`yan endama meclisa navendî bû.

Her wiha wek sekretera giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinan a Filistînê, cîgira sekreterê giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinan a Erebî, endama Nivîsgeha Rêveber a Yekitiya Demokratîk a Cîhanê kar da meşandin.

(şx/bb)