Li Kolnê briya mîtîngê coşa Pêngava Azadiyê

Kurdistanî û dostên wan ji bo mîtînga ku dê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bê lidarxistin, li hev kom bûn.

Li Kolnê briya mîtîngê coşa Pêngava Azadiyê
16 mijdar, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya mîtînga ku wê ji bo azadiya fizîkî a Rêber Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin, meş lê hate destpê bike. 

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, gelek otobusên ji welatên din û bajarên derdor ji bo mîtîngê hatine. Meşvanên ku wê wesayîtên xwe beşdarî meşê bibin, hîn jî diherikin qadê. Çalakvanên digihijin qadê jî, bi govend, tilîlî û dirûşmeyan li benda meşê ne.

 Di çalakiya dîrokî ya Kolnê de, qad hîn jî tejî dibe. Ciwanên ku digihijin qadê, bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê li benda destpêkirina meşê ne.

 Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Almanyayê çalakiyeke mezin tê lidarxistin.

 Ji bo çalakiyê ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tên ba hev. Çalakvan li qada Detuzer Werft kom dibin. Piştî kombûnê, çalakvan wê dest bi meşê bikin û piştre li heman qadê mîtîngekê lidar bixin.