Tehran: Beriya 72 saetan êrişa li dijî Îsraîlê me agahî dabû Washingtonê

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir ku Îranê beriya 72 saetan ji êrişên li dijî Îsraîlê agahî da cîranên xwe.

Tehran: Beriya 72 saetan êrişa li dijî Îsraîlê me agahî dabû Washingtonê
14 nîsan, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullehyan îro di civînekê de bi balyozên biyanî li Tehranê destnîşan kir ku beriya 72 saetan ji êrişên li dijî Îsraîlê Îranê agahî da Washington ku êrişên li dijî Îsraîlê dê sînordar bin û ji bo xweparastinê bin. Her wiha ku wê beriya 72 saetan agahî da cîranên xwe jî.

(mh)