Tedbîrên dewletên Ereb ên beriya bidawîbûna muhleta Trump daye Îranê

Dewletên Ereb beriya bidawîbûna dema Trump daye Îranê tedbîr girtin. Kuweytê ji welatî û niştecihên xwe xwest ku ji bilî rewşên awarte ji malên xwe dernekevin, Behreyn jî wê ji berbanga sibe (çarşem) ve bi awayekî demkî "bendera sereke" bigire.

Tedbîrên dewletên Ereb ên beriya bidawîbûna muhleta Trump daye Îranê
7 nîsan, 2026   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Ereb piştî tehdîdên Trump ên li dijî Îranê, ji hemwelatiyên xwe xwest ku divê tedbîrên ji bo parastina xwe bigirin. Trump berî bidawîbûna muhleta xwe ya ji bo Îranê, daxwaz kiribû ku tengava Hurmuzê were vekirin û peymanek ji bo rawestandina şer were destnîşankirin.

Kuweytê, îro ji welatiyên xwe xwest ku ji bilî "pêdiviyên awarte" di navbera nîvê şevê roja sêşemê û sibeha çarşemê de wekî "tedbîrek parastinê" ji malên xwe dernekevin.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Ajansa France-Presse (AFP) ve hat weşandin, Kuweytê got, "Em ji welatî û niştecihan dixwazin ku ji nîvê şevê roja sêşemê, 7ˊê Nîsanê, heta saet 6:00ˊê sibê roja carşemê, 8ˊê Nîsanê, li malên xwe bimînin û ji bilî rewşên awarte dernekevin derve."

Behreyn jî berbanga çarşemê xebatên li bendera xwe ya sereke bi awayekî demkî disekinîne.

Ev tedbîr tenê çend demjimêran beriya bidawîbûna muheta ku serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îranê re danî ye. Trump gotibû ku beriya muhlet bi dawî bibe Tengava Hurmuzê ji nû ve were vekirin û bigihîjin rêkeftinekê ji bo bidawîanîna şer.

(fr)