Tê texmînkirin ku hilberîna îsal a genim 350 hezar ton be
Rêveberiya Xweser texmîn kir ku hilberîna genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 350 hezar ton be. Rêveberî diyar kir ku 26 embar û navendên wergirtina genim amade ne û tedbîrên parastina mewsimê ji şewatan hatine girtin.

Hevserokê Rêveberiya Kirîn û Firtonê ya Komîteya Embar û Aşan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xesan Temo diyar kir ku tê payîn hilberîna genimê îsal bi qasî 350 hezar tonî be.
Temo anî ziman ku ji bo wergirtina genim embar hatine amadekirin, her wiha xebatkar, teknîsyen û hesabgir jî hatine perwerdekirin. Temo destnîşan kir ku hilberîna genim li kantona Cizîrê 150 hezar ton û li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî hilberîn 200 hezar ton e.
Her wiha Temo diyar kir ku wan tedbîrên ji bo parastina mewsimê ji şewatan girtine. Her wiha hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê Îbrahîm El Şahîn jî ragihandibû ku 6 navendên wergirtina genim bi awayê dokma hatine amadekirin û şaneyeke krîzê ji bo dan û standina bi rewşên awarte re hat avakirin.
(fr)