MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye

MSD’ê diyar ku pêdiviya qonaxê bi çareserkirina aloziyan bi rêbazên aştiyane heye û rêya îstîqrarê dan û standin in, her wiha peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de, ji bo bidawîbûna dabeşbûnê, hêmaneke bingehîn e.

MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
MSD: Peymana 10'ê Adarê hêmana bingehîn a bidawîanîna dabeşbûnê ye
22 gulan, 2025   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Desteya Seroketiyê ya MSD'ê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li ser astên Sûriye, herêmê û navnetweeyî û destnîşankirina helwestan li hember guhertinên tên kirin, civînek li dar xist. 

Di civînê de helwestên li hemberî pêşdeçûnên herêmî û navneteweyî hatin nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku pêdiviya qonaxê bi rêbazên aştiyane heye, lê hin aliyên herêmî hene dixwazin aloziyan kûr bikin û însiyatîfên siyasî têk bibin. Ev yek li pêş îstîqrara giştî dibe astengî.

Girêdayî rewşa Sûriyeyê beşdaran girîngî da rakirina cezayên Amerîka û Ewropayê ji ser Sûriyeyê û got aramiya Sûriyeyê nûnertiya hêmana bingehîn a ji bo aramiya herêmê dike.

Di civînê de helwesta dewletên Ereban ên ku piştgirî daye çareseriya siyasî ya giştî hat silavkirin û destwerdanên herêmî yên ku dabeşbûna hundirîn zêde dikin, hat şermezarkirin.

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman diyar kir ku li pêşiya Sûriyeyê gelek zehemtiyên mezin hene; wekî gefa li aştiya civakî, berbelavbûna xîtaba nefretê û nebûna rêbazên edaleta pêvajoya veguhêz û got: "Ji bo derbaskirina krîzê pêwistî bi lihevkirin û danûstandinan heye."

Leyla Qereman got ku MSD'ê însiyatîf û beyannameyên stratejîk ên nîştîmanî ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a li gorî daxwaza tevahî gelê Sûriyeyê didomîne û got: "Ji bo derbaskirina krîzê dan û standin, lihevkirin û diyalog ji bingehên pêwîst in, ku rêya rast ên ber bi bejahiya ewle ve ye."

Her wiha Leyla got MSD’ê însiyatîfên siyasî û stratejiyên niştîmanî yên bi armanca avakirina dewleteke demokratîk ku hêviyên tevahî Sûriyeyiyan pêk bînin, pêşkêş dike û got divê parastina pêkhateyên Sûriyeyê ji pêşîniyên niştîmanî ku neyên derengxistin be û diyaloga niştîmanî rêbaza yekane ya pêkanîna vê ye.

Têkildarî peymana 10'ê Adarê ya ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri îmze kiriye de beşdaran got ev peyman gaveke bingehîn a ber bi pêvajoya siyasî ya giştî ve ye û pêşî li parçebûnê digire.

Beşdaran ew bi projeya nenavnedî wekî çareseriya krîza Sûriyeyê ve girêdayî ne û banga avakirina hevbendiyên siyasî bi hêzên demokratîk ên seranserî Sûriyeyê re, kir.

Di dawiya civînê de girîngî bi berfirehkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ya ku MSD'ê dide meşandin, hat dayîn.

Di dawiyê de civînê de hat gotin ku divê MSD’ê bi pêşdeçûnên bilez ên li welat dibin re tev bigere û xeleka diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî ku ew bi rê ve dibe berfireh bike, ku nêrîneke giştî ya xwe dispêre pirrengî, demokrasî û hevkariya neteweyî çêbe.

(mh/fr)