Sûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî şêniyên Efrînê didomînin, çeteyan herî dawî 40 darên zeytûnan li bajarokê Şeran birîn û xerac li şêniyên Efrînê ferz kirin.

Sûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dewam dikin
17 sibat, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Çeteyên dewleta dagirker zêdetirî 40 darên zeytûnan li gundê Qortlaqa Biçûk ê bajarokê Şeranê birîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Lîwaa El Şimal" hezar û 300 dolar xerac li malbateke gundê Hopka ferz kir, beramberî vegerandina malên wan. Li gundê Koliya jî çeteyên Hemzat li ser şêniyên ku bûne wekîlên erdên koçberan 200 dolar ferz kir.

Li bajarê Şiyê jî çeteyên "Emşat" dayîna 500 dolarî li welatiyekî ferz kir.

Li gundê Dêr Mişmişa yê Şêrawa jî ku di bin kontrola çeteyên "Emşat" de ye, kiryarên talan û revandinê hatin kirin. Her wiha çeteyan li her kesekî ku vedigere mala xwe, dayîna 1200-1500 dolar ferz kir. Çeteyan her wiha li muxtarê gund xist û di nava vê mehê de 6 hezar darên zeytûn, fêkî û daristanan birîn.