Sûc û êrişên 7 rojên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirarên mezin ên madî û windahî çêbûn, her wiha xebata perwerdê li gelek kantonên Herêmê sekinîn.

Sûc û êrişên 7 rojên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
29 kanûn, 2023   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên kehrebê û malên welatiyan de 9 welatî, di nav de sînemager şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Di êrişên 23′yê Kanûnê de stasyona Banê Şikeftê ya Dêrikê, stasyona Ewdê ya li Tirbespiyê ku bi rêya tûrbînan kehrebe dida stasyona Siwêdiyê ji xizmetê derketin, di encamê de gund û bajarokên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê bê kehrebe man.

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişan de 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn, 712 dibistanên li kantona Cizîrê ji xizmetê derketin.

Li aliyekî din jî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aşkera kir ku stasyona oksojînê ya navendî ku oksojîn dida nexweşxaneyên Herêmê, her wiha navenda Diyalîzê ya kantona Cizîrê, navendê tenduristiyê ya kevin ku xizmetî 400 kesên li kantona Firatê dikir, ji xizmetê derketin.

Nexweşê gurçikan Ehmed Ebdurehman Xidir (65) ku li navenda diyalîzê ya Qamişlo ji 2 salan ve tedawî dibe ji ber derketina navendê ji xizmetê ji ber êrişan, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê xizmetî 70 nexweşan dikir û tê de 6 alavên diyalîzê hebûn û 24 kadroyên tibî lê dixebitîn.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku 3 endamên wan di êrişên li ser bendên kontrolê de birîndar bûn.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbaz Elî Hesen di civîneke çapemeniyê ya li Reqayê gotibû di çarçoveya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 26′ê Kanûnê de li dijî 4 bendên kontrolê li têketina rêyên sereke yên Qamişloyê, 6 bendên kontrolê li têketina Kobanê û bendeke kontrolê li ser rêya sereke ya li Amûdê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û zirarên mezin bi bendan bûn.

(fr)

ANHA