Parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir

Malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir
29 kanûn, 2023   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

34 meh in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji xizmên girtiyên din, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Di navbera 2021-2023’an de di navbera her 3 mehan de herî kêm 5 caran cezayên disîplînê dane Abdullah Ocalan û girtiyên din û bi vî rengî mafên wan ê hevdîtina bi malbatê re jê hatin standin.

Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake.