SOHR: Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 7 kes mirin

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama pevçûnan de li bajarokê Rankus ê gundewarê Şamê  7 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

SOHR: Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 7 kes mirin
23 cotmeh, 2026   12:55
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), di dema êrişa Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Sûriyeyê de li bajarokê Rankus li gundewarê Şamê pevçûn derket. Di pevçûnan de 7 kes mirin, 2 ji wan endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn bûn. 

SOHR diyar kir ku niştecihên herêmê îdîayên ku kesên mirin têkiliya wan bi DAIŞ'ê reheye  red dikin. Çavdêriyê bang kir ku lêkolîneke serbixwe û zelal were kirin da ku hemû aliyên bûyerê zelal bikin.

(k)