SOHR: Di 24 saetan de 11 Sûriyeyî hatin kuştin

SOHRˊê ragihand ku di vê dawiyê de tesfiyekirina li ser bingeha taîfî zêde bûye û diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 11 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

SOHR: Di 24 saetan de 11 Sûriyeyî hatin kuştin
10 tîrmeh, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Sûriyeyê pêleke din a tesfiyekirin û kuştinê ya li ser esasê taîfî, bi pêş ketiye. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetan de 11 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. SOHR`ê bi bîr xist ku ev nîşan dide ku xetereya tundiya taîfî zêde bûye. 

SOHR`ê diyar kir ku li Şam, Humsê, Hema, Lazîqiye, Tartûsê, Idlibê gelek kes ji taîfeya elewî û şîî bi rêbazên cuda hatin kuştin. Çi di êrişên çekdarî de, yan jî bi ser de girtina malan de.

Li Humsê, 3 elewî di du bûyerên guleavêtinê yên cuda de hatin kuştin û yek jî birîndar bû, li Şamê jî 2 zilamên Elewî hatin kuştin û yek jî li kampa Yermûkê hate kuştin. Li bajarên Tartûs, Hema û Idlibê bi rêbazên dişibin hev, 3 welatî hatin kuştin. Li Laziqiyê jî hêzên ewlehiyê di serdegirtinan de 3 ciwan kutşin.

Ev rageşî û bûyer digel bidawîbûna dema diyarkirî ya ji bo komîteya lêpirsîna rastiyên têkildarî komkujiyên perava Sûriyeyê de, pêk tên.

(şx/fr)