Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin

Li Reqayê diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê yên derûnî û civakî, rêbazên piştgiriya civakî li hember vê diyardeyê hatin gotûbêjkirin.

Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
Diyardeya xwekuştinê, sedem û bandorên wê li Reqayê hatin gotubêjkirin
10 tîrmeh, 2025   19:27
REQA

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Eştar bi sernavê " Ji bo vejînkirina hêviyê, em bi hev re kar bikin" panelek li dar xist. Di panelê de sedemên xwekuştinê, encamên wê yên derûnî, civakî, rêbazên xweparastinê û piştgirtiya civakî hatin nîqaşkirin. 

Derûnînas, çalakvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, jin û ciwan tev li panelê bûn.

Di panelê de rêjeya bilind a xwekuştinê, bi taybet di nava ciwan û jinan de hate nîqaşkirin. Beşdaran bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina civakê li hember vê diyardeyê.

Endama Meclisa Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Jinan, Nesriye Mehmûd axivî û xwekuştin pênaser kir, sedemên wê yên derûnî, civakî, olî, çandî, tenduristî, aborî, rêbazên xwekuştinê, bandorên wê li ser civakê û malbatê nirxandin û gelek pêşniyar kirin.

Dûre endama Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Xidir Şêx Îsa axivî û nêrîna olên cuda li hember xwekuştinê şîrove kir û sedemên vê diyardeyê û rêbazên çareserkirinê anîn ziman.

Piştî wê, cîgira Seroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Maya Şabo sedemên xwekuştinê bi hûrgulî şîrove kirin. Girêdayî mijarê nûnerê rêxistina mafên mirovan Ehmed Dawûd behsa bandorên şer li ser jiyana mirovan kir. 

Pisporên derûnasî û civaknasiyê bal kişand ser hêmanên derûnî, civakî û aborî, ku hiştiye diyardeya xwekuştinê belav bibe. Di heman demê de hat gotin divê hawîrdoreke piştgir bê avakirin, rola malbatê, dibistanê û amûrên çapemeniyê bên çalakkirin, ji bo ku çanda hêvî û zanabûnê bê belavkirin.

Organîzetoran li şahideyên realîst guhdarî kirin û wê rehendeke mirovî ya kûr da nîqaşê.

Panel bi van pêşniyaran bi dawî bû:

Pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û tenduristî ji kesên hewl dane xwe bikujin.

Zêdekirina hemleyên hişyarkirinê li dijî xetereyên derûnî, fişarên civakî û aborî.

Piştgiriya hewlên Rêveberiya Xweser ji bo başkirina şert û mercên ciwanan.

Belavkirina hişmendiyê bi rêya dezgehên çapemeniyê û agahdarkirina zû ji bo rewşên di xeteriya xwekuştinê de ne.

Aktîvkirina rola malbatê, di bilindkirina hişmendiya bav û dayikan de.

Teşwîqkirina navendên lêkolînê li ser lokînkiirna diyardeyê bi awayekî berfireh.

Lidarxistina atolyeyên xebatê bi komîn û meclisan re ji bo ku rihên pirsgirêkê werin naskirin.,

Vekirina navendên yasayê ji bo pêşkêşkirina şêwiran ji bo mexdûrên tundî, tecawî û destavêtinê.

(şx/fr)

ANHA