Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm

Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbata şervanê Ceyş El Suwar şehîd Kerîm El Îbrahîm û soz da ku rêya şehîdan bişopînin heta ku serkeftin pêk were.

Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Kerîm El Îbrahîm
21 ÇILE, 2024   15:34
MINBIC

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên wê, meclisîn sivîl ên kantonê, partî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Zenûbiya tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Kerîm Mihemed Îbrahîm bûn ku li kolana El Rabta hatiye lidarxistin.

Şervanê Ceyş El Suwar Kerîm El Îbrahîm 17`ê Çileyê li Minbicê şehîd bûbû û li duh li goristana şehîdan a Minbicû hatibû oxirkirin.

Di merasîma sersaxiyê de endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah El Ehmed axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd, pêşengên me û nifşên bê ne. Em ji wan fêrî israr û berxwedanê dibin. Ji bo me minareya azadiyê ne. Em soz didin wan ku rêya wan berdewam bikin, û heta serkeftinê têkoşîna xwe ranewestînin."

(şx)

ANHA