Sibê li 4 bajaran çalakiyên 8'ê Adarê li dar dikevin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê sibe li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê meşên girseyî û mîtîng werin lidarxistin.

Sibê li 4 bajaran çalakiyên 8'ê Adarê li dar dikevin
7 adar, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê sibê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Kobanê meşên girseyî û mîtîng ji aliyê Kongra Star ve werin lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma "Bi felsfeya Jin, Jiyan, Azadî em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin" li dar dikevin.

QAMIŞLO

Cihê mîtîngê: Stadyuma Heysem Kiço

Saet: 11.00

Şêniyên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê dê beşdar bibin.

KOBANÊ

Cih: Ji Çerxerêya Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd ve.

Saet: 11.00

DÊRIK

Cihê mîtîngê: Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê

Saet: 08.00

HESEKÊ

Cih: Stadyuma Beledî

Saet: 11.00

Şêniyên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, koçberên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî.

(bb)

ANHA