Ji ber hilweşîna avahiyekê li Eşrefiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Di bûyera hilweşîna avahiyekê ya li taxa Efrefiyê ya Helebê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber hilweşîna avahiyekê li Eşrefiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber hilweşîna avahiyekê li Eşrefiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber hilweşîna avahiyekê li Eşrefiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber hilweşîna avahiyekê li Eşrefiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
7 adar, 2026   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyeke 5 qat ji ber xisara di dîwarên wê de, ji nişka ve hilweşiyabû. Di encamê de qurbanî çêbûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di bûyerê de 3 ciwanan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî malpera Efrîn El An, agahiyên têkildarî ciwanên jiyana xwe ji dest daye wiha ne: Mihemed Nûrî Mistefa ji gundê Heyamlî yê navçeya Bilbilê yê Efrînê ye, Nûrî Mihemed Nûrî Hecî ji gundê Seirenckê yê Şêrayê ye û Umer Bekirî Teftenarî ji Helebê ye.

(bb)

ANHA