Rûsyayê êrişî Kharkivê kir: 7 kes hatin kuştin

Rûsyayê li bajarê Kharkiv ê Ukraynayê mûşekek avêt avahiyekê. 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin.

Rûsyayê êrişî Kharkivê kir: 7 kes hatin kuştin
7 adar, 2026   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Kharkiv ê Ukraynayê Oleh Senyupov îro ragihand ku di êrişa Rûsyayê ya bi mûşekekê ya li dijî li avahiyeke 5 qatî de, 2 jê zarok, bi kêmanî 7 kes hatine kuştin.

Senyupov ku agahî li ser Telegramê parve kirin, da zanîn ku ji ber êrişê zirareke mezin li avahiyê bû û ekîbên rizgarkirinê niha kavilan radikin.

(bb)