Li Binarê Qendîlê Pêngava 15’yê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê bi merasîmekê girseyî 41’emîn salvegera Pêngava 15’yê Tebaxê pîrozkirin û soza şopandina rê û armanca şehîdan heta azadiyê dubarekirin.

Li Binarê Qendîlê Pêngava 15’yê Tebaxê hate pîrozkirin
14 tebax, 2025   11:27
MAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 41’emîn salvegera Pêngava 15’yê Tebaxa 1984’an, duh bi şev li nêzîkî gundê Enzê yê li Binarê Qendîlê bi beşdariya sedan xelkê herêmê û endamên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, pîrozbahiyek girseyî hate lidarxistin.

Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre koma stranê ya zarokan derket ser dîkê û bi stranên şoreşgerî dilê beşdarvanan xweş û geş kirin.

Piştî wê peyama Meclisa Gel a Binarê Qendşlê ji aliyê Hevşaredara Binarê Qendîlê Lavan Heme Emîn ve hate xwendin û wiha hate ragihandin: “Dîroka azadiyê vê mehê destpê kir. Pêngava me ya şoreşgerî dikeve salvegera 41’emîn û em 41 salin bê navber ji bo azadiyê têdikoşin. Ev cara yekeme di dîroka Kurdan de ku têkoşînek ewqas dirêj ji bo azadiyê tê dayîn. Ev hemû di bin pêşengtiya Rêber Apo de tê kirin. Ji ber vê yekê, em bi rêzgirtinek mezin Rêber Apo silav dikin ku rêya şoreşa azadiyê afirand û li pêşiya qirkirin û tunekirina Kurdan bû asteng.”

Di peyamê de şehîd û qurbaniyên jenosîda Şengalê jî hatin bîranîn û wiha hate gotin: “Di vê demê de, em salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî ku encama xiyaneta PDK’ê bû, bi bîr tînin û vê êriş û xiyanetê şermezar dikin.”