Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin

Şêniyên kantona Reqayê şervanê QSD`ê Ehmed Ebdullah El Ebbas oxir kir û destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e ta ku tevahî herêm ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin.

Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
Şervanê QSD`ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin
19 sibat, 2024   16:02
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, endamên meclisên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li goristana gundê Hikumiye kom bûn û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed Ebdullah El Ebbas oxir kir. Şehîd Ebdullah 15`ê Sibatê li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê spî Riyad El Xelef axivî û got: "Em ê li ber xwe bidin ta ku tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Fatme El Nasan axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Ehmed di oxira parastina welatê xwe de û ji bo ku ewlehî pêk were, canê xwe feda kir."

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd li gel sloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hate veşartin.

(şx)

ANHA