Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşeojê ya kantona Minbicê paneleke diyalogê bi dirûşma “Bi rûniştandina fikrê neteweya demokratîk em ê komployan têk bibin û dagirkeriyê li Sûriyeyê bi dawî bikin” li dar xist.

Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
Li Minbicê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist
19 sibat, 2024   16:54
 MINBIC

Panel li hola Partiya Sûriya Pêşerojê li dar ket. Tê de endamên partiyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinên Sûriyeyî, Komîteya Jinan û jinên Minbicê beşdar bûn.

Di serî de cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Buseyne El Hesen got: "Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên bi pergala hevseroketiyê ve, jin tê de bi rêjeya ji sedî 50 cih digirin."

 Buseyne El Hesen wiha domand: "Bajarên bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn wargeha hemû pêkhateyan bû, lê belê kiryarên komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li wir kiryarên hovane, derexlaqî û derqanûnî li dijî gel û jinên herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê pêk tîne. Li hember van kiryaran jî rêxistinên mafên mirovan bêdeng mane."

  Buseyne di dawiya axaftina xwe de got: "Fikrê neteweya demokratîk hişt jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiya hemû qadan bikin. Lê belê ev azadî bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nabe."

Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asye Hisên wiha axivî: "Armanc ji hedefgirtina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êdî ji bo hemiyan diyar e. Ji ber ku ev herêm fikrê neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê pêk anî."

 Asye Hisên di dawiya axaftina xwe de got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya me ye. Pêwîst e hemû jinên cîhanê li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Li dawiyê, beşdaran destnîşan kirin ku adet û kevneşopî rê li ber azadiya jinan digirtin û wan nikarîbû rola xwe bilîzin. Lê piştî ku jinan fikrê Rêber Abdullah Oalan nas kir wan bawer kir ku azadiya jinan di pêkanîna fikrê Rêber Abdullah Ocalan de ye.

(mh)

 ANHA