Endamekî hikumeta veguhêz welatiyek gulebaran kir

Endamekî hêzên hikumeta veguhêz, ji ber nedayîna "pereyên ferzîkî" gule li welatiyekî barand.

Endamekî hikumeta veguhêz welatiyek gulebaran kir
12 cotmeh, 2025   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku endamekî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, li gundê Erîda yê herêma Tilkelex a sînorî yê gundewarê Humsê, ji ber nedayîna "5 dolarên weke pereyên ferzkirî" gulebaran kir û birîndar kir.

Li gorî agahiyan, wî endamî gotinên nebaş ji wî û xelkê herêmê re kir. Bi wê re di nava gundiyên sînor de metirsî çêbûn.

Ev bûyer di demekê de ku tevlihevî û bêaramî li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berbelav bûye, pêk tê.

(mh/fr)