Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin

Bi sedan şênyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî dan malbata şehîd Viyan Helo ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li hember artêşa Tirk de şehîd bûye.

Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Viyan Hilo re hat xwestin
4 gulan, 2024   15:00
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li navenda Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata gerîla Viyan Helo (Îlham Seîd Mocîsî) ku 21`ê Nîsana 2024`an li Qendîlê şehîd bûye. 

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatme Hisên di merasîma sersaxiyê de axivî û got: "Malbata şehîd Viyan ji bo doza gelê Kurd li ser rêgeza Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û hîna tê dikoşe. Dayika şehîd Viyan Nîştiman, di berxwedana li hemberî artêşa Tirk a dagirker de beriya 2 salan şehîd bû."

Şêx Masûm Mihemed bi navê Saziya Olî ya bajêr axivî û got: "Şehîdan di oxirê azadiyê de û ji bo ku armancên gelan ên ewlehiyê û îstqirarê bi dest bixin, canê xwe feda kirin." 

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Viyan Helo  hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

 (şx)

ANHA