Sersaxî ji malbata şehîd Elî Şêr re hat xwestin

Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî Şêr re xwest, di heman demê de soza berdewamkirina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan dan.

20 gulan, 2025   13:24
QAMIŞLO

Gelê Qamişlo sersaxî da malbata şervanê Komandos yê QSD`ê Elî Şêr (Mihdî Mihê) ku di 15`ê Gulanê de li Dêrazorê dema erkê xwe bi cih dianî, şehîd bibû.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd Elî Şêr a li taxa Zeytûniye ya bajarê Qamişlo hate vedan. Di kon de wêneyên şehîd Elî Şêr û Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di merasîmê sersaxiyê de bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star amade bûn.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Medya Mihemed axivî û got:"Em gav paşve navêjin, lê em ê bi pêş ve biçin û destkeftiyên zêdetir bi dest bixin heya ku em bigihêjin serketinê ku bi hezaran kurên me canê xwe feda kirine".

Endamê Meclisa Leşkerî Elî Esker piştî sersaxî da malbatên şehîdan bi van gotinan bal kişand ser kesayeta şehîd Eî Şêr "Şehîd Elî Şêr qehremanekî taxa Qidûrbek bû. Ji malbatekê ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Elî Şêr di rêya parastina welat û gelê xwe de canê feda kir. Malbata wî têkoşîna serxistina armancên şoreşê didomîne."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Elî Şêr hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(ah/bb)

ANHA