Li Sûriyeyê koçberiya bi darê zorê

Ji ber tundî, binpêkirin û revandinê, ji gundewarên Hema, Humis, Laziqiye û Tertûsê pêleke mezin a koçberiyê rû daye.

Li Sûriyeyê koçberiya bi darê zorê
20 gulan, 2025   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa me, ji gundewarên Hema, Hums, Tertûs û Laziqiyê ji ber tundî, krîzên mirovî, zêdebûna şerê mezhebî û nebûna parastinê pêleke mezin a koçberiyê rû dide.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber kuştin, revandin, binpêkirinên domdar ku ji aliyê komên çekdar û alîgirên desthilata Şamê ve têne kirin, pêleke koçberiyê rû dide.

Heman Çavkaniyan dane zanîn ku ji ber kiryaran gundên Elewî, Mesîh, Îsmaîlî, Şie û Meraşîde vala bûne.

Gundên ku vala bûne ev in; Mean, Vana Navîn, Vana Başûr, Mubeten, Um Qeleq, Zexba, Meryûd, Ebû Fîsef, Toba, Şeina, Telbîse, Belîl, Hemraya Jorîn, Hemraya Jêrîn, Qela Xenzîr, Qesif, Şîha, Riwêf  Til Zeheb.

Çavkaniyan destnîşan kir ku tevî xetereyan jî hejmarek biçûk a niştecihên hin gundan vegeriyan û bi bîr xistin ku li gundên Şêx Elî Teksûn, Xerasn, Um Tirêkiyê, Helban, Newa, Şehba, Şuheybî, Ebdulezîz, Qebiyat Tehad, Zexrîn, Kîtkon Sumna, Qadiriye û Detîn girtin, binpêkirin û talankirin têne kirin.

(bb)