Serokê Qebîleya Cibûr Şêx Fewaz El Zobai wefat kir

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr li Sûriyeyê Fewaz El Zobai ji ber nexweşiyê jiyana xwe wefat kir.

Serokê Qebîleya Cibûr Şêx Fewaz El Zobai wefat kir
29 adar, 2024   20:57
HESEKÊ

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr li Sûriyeyê Şêx Fewaz El Zobai ku ji ber nexweşiyê li Şamê tedawî dibû, di temenê xwe yê 70 salî de jiyana xwe ji dest da.

Şêx Fewaz El Zobai ji rûspiyên navdar li kantona Cizîrê ye. Di desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê de cih girt û komîteya têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê de wekî rêveber xebitî. Fewaz El Zobai di nava xebata ya di warê aştiya navxweyî de ked da.

Şêx Fewaz El Zobai li hemberî hewldanên derxistina fitneyan, di serî de bûyerên ku vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, xwedî helwest bû. Bi dilsozî û piştevaniya xwe ya bi QSD û Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dihat nasîn.

(bb)

ANHA