Şam û Moskov êrişên Îsraîlê şermezar kirin

Moskov û hikumeta Şamê êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar kirin.

Şam û Moskov êrişên Îsraîlê şermezar kirin
29 adar, 2024   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê sibehê derdora balafirgeha navneteweyî ya Helebê bombebaran kirin. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Şamê di encama êrişê de kuştî û birîndar çêbûne.

Hikumeta Şamê êrişên Îsraîlê yên li ser Helebê şermezar kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand ku Moskov êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê şermezar dike û wan weke binpêkirina aşkera ya serweriya Şamê dibîne.

Maria Zakharova got: "Hemwextî şerê dijwar ê Îsraîl û Filistînê, ev kiryar encamên gelekî cidî radixe ber çavan."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR) ragihand ku hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li ser deverên nêzî balafirgeha navneteweyî ya Helebê de hatine kuştin bû 42 kes, jê 36 leşkerên Şamê ne û 6 jî endamên Hizbullah a Lubnanê  ne.

(bb)