Şerê li başûrê Lubnanê dewam dike

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike. Hizbullahê ragihand ku baregeheke leşkerî ya li başûrê Lubnanê kiriye hedef.

Şerê li başûrê Lubnanê dewam dike
14 îlon, 2024   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê ve, li başûrê Lubnanê jî şerê Hizbullah û Îsraîlê dewam dike.

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku baregeha yedek a Feyleqa Şemalî ya Îsraîlê ya li herêma Emîadê bi dehan moşekên katyuşa kir hedef.

Hizbullahê diyar kir ku li ser rêya Rûsiyat Ilm-Zebdtîn tankerek bi moşekan kir hedef.

Ajansa National a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li parêzgeha Nebetiye gelek bajarok kirine hedef û bi dronan jî bajarokê Meys Cebel ê herêma Qendolî û Herş Konîn ê navçeya Bint Cebel ê başûrê Lubnanê bombebaran kirine.

(bb)