El Esed Xazî El Celalî ji bo avakirina hikumetê erkdar kir

Beşar El Esed bi biryarekê Mihemed Xazî El Celalî erkdar kir ku hikumeta nû ya Şamê ava bike.

El Esed Xazî El Celalî ji bo avakirina hikumetê erkdar kir
14 îlon, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mihemed Xazî El Celalî wezîrê peywendî û teknolojiyê bû û ji aliyê Beşar El Esed ve li şûna serokwezîrê berê Hisên Ernûs hate erkdarkirin da ku hikumetê ava bike.

Piştî şêwirên ku sekreterê giştî yê Partiya Baasê Beşar El Esed bi rêveberiya navendî ya partiyê re têkildarî diyarkirina serokwezîrê nû, biryara erkdarkirina El Celalî hate dayîn.

El Celalî sala 1969`an li Şamê ji dayik bûye. Sala 1992`yan ji beşa endazyariya şaristaniyê derçûye. Her wiha sala 2000`î ji Zanîngeha Eyn Şems a Qahîreyê master wergirtiye. Sala 2008`an cîgirê wezîrê peywendî û teknolojiyê û serokê meclisa rêveberiya saziya giştî ya postxaneyê û ji 2005`an heta 2013`an endamê meclisa rêveberiya giştî ya saziya veguhastinê bû.

Ji 2008`an heta dîroka erkdakirina wî wek wezîrê peywendî û teknolojiyê, endamê Meclisa Perwerdeyê ya Bilind a Wezareta Perwerdeyê ya Bilind bû. Di Zanîngeha Şamê de profesorê alîkar e. Zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

Hisên Ernûs di Gulana 2020`an de bûbû serokwezîr.

(şx)