Şerê Îran û DYA`yê gurtir bû

Şerê di navbera Washington û Tehranê de berdewam kir. Îranê ragihand ku wan li baregehên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) ên li Urdun û Behrêynê xistiye. DYA‘yê li nav Îranê xist. Trump Kongreyê agahdar kir ku dê operasyonên leşkerî li dijî Îranê berdewam bikin.

Şerê Îran û DYA`yê gurtir bû
14 tîrmeh, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro ragihand ku wî bi fermî Kongreyê der barê destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de agahdar kir, ku ji 7`ê Tîrmehê pê ve dest pê kir.

Fermandariya Navendî ya DYA`yê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê pêlek nû ya êrişên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li Buşehir, Çabahar, Cask, Konarak, Ebû Mûsa û Bender Ebas pêk anîne.

Di bersiva van êrian de, Artêşa Pasdarên Îranê  bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk li baregeheke hewayî ya DYA`yê ya li Urdunê xistiye.

Berdevkê baregeha navendî ya Xetem El Enbiya ya Îranê Îbrahîm Zolfexari, hişyarî da ku Tehran "nahêle DYA`yê destwerdanê di rêveberiya Tengava Hurmuzê de bike.‘‘

Her wiha  û da zanîn ku her hevkariya welatên herêmê bi hêzên DYA`yê re dê wekî kiryarek dijminatiyê li dijî Îranê were hesibandin. Zolfexarî gef xwar ku ger piştgiriya herêmî ji bo Washingtonê berdewam bike, ew ê çarçoveya şer berfireh bike.

(k)

ANHA