Civîna NATO’yê, Tengava Hurmuzê û Lubnan di medya erebî de

Medyaya erebî bal kişand ser dosyayên ewlehî û siyasî yên herêmê, di serî de siberoja NATO`yê piştî lidarxistina civîna xwe, rewşa Tengava Hurmuzê û rageşiya herêmê li ser Lubnanê.

Civîna NATO’yê, Tengava Hurmuzê û Lubnan di medya erebî de
14 tîrmeh, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî behsa zehmetiyên di hevpeymanên navneteweyî de, bandora şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê ya li ser herêmê û lihevkirina di navbera Lubnan û Îsraîlê de kir.

‘CIVÎNA LI ENQEREYÊ DÊ SIBEROJA NATO’YÊ DIYAR BIKE’

Rojnameya `El Exbar` a Lubnanê diyar kir ku di civîna bilind a NATO’yê de ku li Enqereyê hat lidarxistin, hate aşkerakirin ku di nava NATO’yê de aloziyeke stratejîk heye. Di daxuyaniyên giştî û sozên ku lêçûna parastinê zêde bikin, ji bo siberoja NATO’yê û tehdîtên li ser wê nêrîneke siyasî ya yekgirtî nîn e.

Her wiha El Exbarê destnîşan kir ku di civîna NATO’yê ya li Enqereyê de diyar bû ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ewropayê de li ser rêvebirina pîşesaziya parastinê û ji sûdwergirtina ji lêçûnên leşkerî pêşbirkek heye. Di vê demê de ewropayî dixwazin di aliyê parastinê de serbixwe bin.

Di encamnameyên civîna bilind a NATO’yê de di şekil de yekitiya dîplomatîk dan pêş, lê parçebûnên siyasî û stratejîk ên kûr hatin veşartin. Di vê rewşê de siberoja NATO’yê tê lêpirskirin.

‘HURMUZ; DERKETINA MEYDANA SIFIRÊ’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser Tengava Hurmuzê. Ji ber ku dema di aliyê siyasî û dîplomatîk de zextê li Îranê dikin, Îran Hurmuzê wek zexteke stratejîk dide bikaranîn. Ji ber ku li tengava Hurmuzê dema ku keştî û sewqiyata enerjiyê têne hedefgirtin, bandorê li ewlehiya enerjiya cîhanê dike û pozîsyona Tehranê di dan û standinan de xurt dike.

Rojnameyê da zanîn ku ev rêbaz hewldanên dîplomatîk asteng dike û dê aramî li herêmê çênebe. Civaka navneteweyî jî dibîne ku dan û standin û şer dubare dibin lê nagihêjin encamê.

Rojnameyê diyar kir ku divê dan û standin bi mekanîzmayên rêveberinê yên zelal ve girêdayî bin û dema alî dan û standinan binpê bikin divê hesab ji wan bixwazin. Her wiha Hurmuz ji pevçûnên dewletan qut be, ji ber ku ew rêyeke bazirganî û enerjiyê ya cîhanê ye.

‘LUBNAN DI PÊVAJOYA PÊKANÎNA PEYMANÊ DE YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset anî ziman ku rageşiya navbera Amerîka û Îranê, rewşa tengava Hurmuz krîza li herêmê kûrtir dike û bandorê li Lubnanê dike. Rojnameyê diyar kir ku dibe pevçûn berferehtir bibin, Îran hîna bi hêza xwe ya li herêmê ve girêdayî ye û firseta çareseriya siyasî lewaz dibe.

Ji bo serkeftina peymana di navbera Lubnan û Îsraîlê de rojnameyê nivîsand ku divê Lubnan bendên peymanê pêk bîne, dewleta Lubnanê serweriya xwe çêke û çek bigire destê xwe. Her wiha Îsraîl jî xwe ji erdên Lubnanê vekişîne.

Rojnameya El Şerq El Ewset da zanîn ku ev pêvajo ji bo Lubnanê firseteke mezin e, dikare ji pevçûnên herêmî dûrbikeve û fêde ji piştgiriya erebî û navneteweyî bigire da ku aramî li Lubnanê çêbe û li Lubnanê dewlet serwer be.