Rakirina mayînan ber bi dawiyê ve diçe: Ji bo vegerê dê civîn pêk werin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku piştî rakirina mayînan li ser rêyan û vekirina rêyan, dê civînên taybet ji bo nîqaşkirina makanîzmaya vegera koçberan dest pê bikin.

Rakirina mayînan ber bi dawiyê ve diçe: Ji bo vegerê dê civîn pêk werin
14 tîrmeh, 2026   12:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi hezaran xelkê Serêkaniyê ku di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de ji warê xwe hatine koçberkirin, li benda her pêngaveke vegerê ya bo warê xwe ne. 

Rakirina mayinan, vekirina rêyên sereke, derxistina kesên hawirde, her wiha vegerandina mal û milkên koçberan, gavên pêwîst ji bo vegera ewle ya koçberan in.

Tîmên rakirina mayinan di 18`ê Hezîranê de dest bi rakirina mayinan li ser rêyên Serêkaniyê kiribû. Xebatên rakirina mayinan dewam dikin.

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo got: “Beriya niha me peywendî bi tîma têkildarî dosyaya vegera koçberên Serêkaniyê re kiribû. Tîmê ji me re diyar kir ku pêvajoya rakirina mayinan ber bi dawî ve diçe û rêya sereke wê di demeke nêz de bê vekirin.”

Zehra Semo aşkera kir ku piştî xebata rakirina mayinan bi dawî bibe dê Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi tîma hikumeta demkî re bicive û mekanîzmaya vegera ewle ya koçberan nîqaş bike.

Zehra Semo her wiha ev agahî dan: "Me li ser makanîzmaya vegera koçberan, derxistina niştecihên biyanî û vegerandina wan a li herêmên wan, di nava wan de malbatên ku ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jî hene, nîqaş kirin."

Zehra Semo da zanîn ku aliyên têkildarî dosyaya vegerê, serjimariyek li ser hejmara koçeran çêkir ku nêzî 80 hezar koçber in da ku makanîzmayeke diyar a birêxistinkirina vegera wan deyne.

(sb)

ANHA