Şerê Hemas-Îsraîlê: 4 roj agirbest hat ragihandin

Hemasê ragihand ku bi Îsraîlê re gihaştiye lihevkirina agirbestê ya ji bo 4 rojan. Hikumeta Îsraîlê jî ev ev daxuyanî piştrast kir.

Şerê Hemas-Îsraîlê: 4 roj agirbest hat ragihandin
22 mijdar, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Îsraîlê, duh bi şev Hamas û Îsraîlê ji bo pevguhertina girtiyan li hev kirine. Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Îsraîlê 4 rojan êrîşên xwe yên li ser Xezeyê rawestîne. Tê gotin wê Hamas jî 50 dîlgirtiyên Îsraîlê berde.

Hate ragihandin ku wê Îsraîl jî zêdetirî 150 Filistîniyên di girtîgehan de berde ku piraniya wan jin û zarok in.

Her wiha li gorî lihevkirinê wê rêxistina Xaça Sor a navnetewî bikaribe xwe bigihîne girtiyên din ên Îsraîlî yên di destê Hamasê de.

Li gorî Hikumeta Îsraîlê 239 dîlgirtî piştî êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê ketine destê Hamasê de.

Heya niha nayê zanîn wê ev peyman û agirbest kengê bikeve meriyetê.