Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin

Şêniyên kantona Firatê piştî ku nobeta parastina bendavê dewrî şêniyên Cizîrê kir, li Kobanê bi coş hatin pêşwazîkirin.

Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Kobanê nobedarên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
20 adar, 2025   15:41
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê ji 15`ê Adarê ve berê xwe dabû Bendava Tişrînê û duh şêniyên Cizîrê gihaştin bendavê. Koma ji Kobanê çalakiya nobetê dewrî koma ji herêma Cizîrê kir û îro ji aliyê gelê Kobanê ve bi coş li Qada Jina Azad hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê li wir deqeyek rêz hat girtin, piştre axaftin ji aliyê çalakavan Ebdulreham Şêx Demir ê mamosteyê Zanîngeha Kobanê ve hate kirin.

Şêx Demir wiha got: “Gelê ku berê xwe dabû bendava Tişrînê cara wan a duyemîn û sêyemîn bû û dîsa jî soza xwe ya vegerê dan. Îro jî em bi coş hatin pêşwazîkirin. Gelê Kobanê xwedî egîdan û lehengan e. Sivalên her kesî ji ji we re hebûn.”

Piştî axaftinê govend hate gerandin.

(sş)

ANHA