Şêniyên Til Temirê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Şêniyên bajarê Til Temirê Komploya Navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Abdulalh Ocalan bi rêya ramanên xwe dê aştiyê li Rojhilata Navîn bisepîne û got ew ê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Şêniyên Til Temirê Komploya Navneteweyî şermezar kir
3 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

9`ê Cotmeha 1998`an Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir ku di encamê de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. 4 mehên li wir maye, rastiya îdiayên mafên mirovan û demokratiya ku Ewropayê banga wê dikir, nas kir. Dûre 15`ê Sibatê li paytexta Kenya hate revandin.

Pêkhateyên Til Temirê Komploya Navnetewyeî şermezar kir û got ew ê li hember pergala îşkence û qirkirinê bê deng nemînin.

RAMANEKE AZAD

Şêniyê bi navê Memûd Ebdulezîz diyar kir ku pergala kapîtalîst ramanên Rêber Abdullah Ocalan xetere dibînin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya ramanên xwe banga biratiya gelan, edaletê û wekheviyê dike ji ber wê, li dijî wî komplo dest pê kir.

Ebdulezîz got gelek hewldan ji bo tunekirina vê ramanê hene lê bi ser neket û destnîşan kir ku ew hêza xwe ji vê ramanê û felsefeyê digirin.

Ebdulezîz aşkera kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê li qadên siyasî, leşkerî û sivîl li ber xwe bidin.

AZADIYA JINAN

Şêniya bi navê Senaa Îsa El Tamir got: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan jinan mafên xwe bi dest xistin. Rast e di nav 4 dîwaran de ye lê banga azadiya jinan dike. Lewam jin hertim ji bo wî li qadan e."

Senaa Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Sûriyeyî bi giştî, heta dîwarên Îmraliyê neşikin û Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, ew ê têkoşîna li qadan ranwestînin."

‘EM Ê LI QADAN BIN’

Şêniyê bi navê Mixlif Elî Mehbûb jî Komploya Navneteweyî şermezar kir û got hêzên navneteweyî çavê xwe digirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin, ji ber ku pê dihesin azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser hebûn û berjewendiyên wan xetere ye.

Mehbûb di dawiyê de got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, em ê li qadan bin."

(şx)

ANHA