Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê

Walat Mihemed Xelo û birayê wî Xelîl tevî koçberbûn, şehîdbûna bavê wan û jiyana di konan de jî, stranên xwe yên ji bo berxwedanê didomînin û bi dengê xwe êşa welatê xwe û hêviya vegerê vedibêjin.

Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
Rêwîtiya 2 hunermendên astengdar ku koçberî veguherand berxwedanê
11 hezîran, 2025   07:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Hunermend Walat Mihemed Xelo di sala 1990’an de li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye. Xelo ku jidayikbûna xwe ve çavên wî nabînin, li Enstîtuya Taybet a Nebînayan a Helebê xwendina xwe berdewam kir û li wir bawernameya bakeloryayê wergirt. Lê ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê wî nikarîbû xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne.

Walat Xelo û birayê wî yê mezin Xelîl Mihemed Xelo yê di sala 1984’an de ji dayik bûye, ji zarokatiya xwe ve ji muzîkê hez dikin û ketin ser sêya hunerê. Di sala 2007’an de, ew tev li enstîtuyeke muzîkê ya li Helebê bûn û ji wê çaxê de huner bû hevala wan a jiyanê.

Xelo di sala 2014'an de dema beşdarî çalakiya Roja Zarokan a Cîhanê ya li Efrînê bû, karê stranbêjiyê dest pê kir û stranbêjiya xwe berdewam kir.

Di heman salê de, ew û birayê xwe tev li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê bûn û bûn endamê Koma Rojava ku ji 14 kesan pêk tê.

Paşê bi stûdyoya “Ronahî” re hevkarî kirin û bi rêya wê 3 stran pêşkêş kirin. Her wiha beşdarî gelek çalakiyên hunerî yên li hundirê Efrînê bûn. Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ew neçar man ber bi Şehbayê ve koçber bibin.

 Li Şehbayê her du birayan xebata xwe ya hunerî berdewam kir. Wan videoklîbek  der barê êşên koçberbûna ji Efrînê ber bi Şehbayê ve amade kir. Piştî vê yekê klîpebe din û hesreta wan a ji bo bedewiya Efrînê vedibêje, amade kir. Piştî wê jî klîbeke sêyem ku trajediya erdheja li navçeya Cindirêsê vedibêje, amade kir.

Dema li Şehbayê bûn, ew bi hunera xwe beşdarî gelek çalakiyan bûn, wekî pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Çarşema Sor, Newroz û gelek çalakiyên din.

Lê belê, rêwîtiya koçberiyê ranewestiya. Careke din neçar man ji Şehbayê koçber bibin û Tebqayê. Li Tebqayê bavê wan ku li ser erka xwe ya neteweyî bû, şehîd bû.

Walat Xelo dibêje: "Ji ber koçberî, şehadeta bavê min û ji ber jiyana di konan de ez ketim rewşeke derûnî ya dijwar. Lê piştre komek ji Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatin serdana me û ji min û birayê xwe xwestin ku em tevlî navendê bibin. Destpêkê min qebûl nekir, lê piştre min qebûl kir, ji ber ku rola stran û çandê mîna rola çekan e. Hevalên me yên li eniyê şer çek hilgirtin ji bo em jiyan bikin, em jî dikarin çeka xwe ya hunerê hilgirin. "

Ji wê demê ve Walat û birayê xwe Xelîl ku di her stranekê de li gel wî ye, tev li şahî û festîvalan dibin. Ew her du heta roja îro bi hev re ne û hev temam dikin.

Walat û Xelîl stranbêjiyê wek şêweyekî berxwedanê dibînin. Walat der barê mijarê dibêje: "Di rewşa şer û krîzên ku em dijîn, dengbêjî berxwedan e. Ger hûn nikarin çekan hilgirin, amûrekê bi kar bînin. Heke hûn ji stranbêjiyê hez dikin, dengê xwe bi kar bînin û bistirên. Dengbêjî berxwedaneke mezin û vîn û wêrekî ye."

Walat Xelo di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe ya herî mezin anî ziman û wiha got: "Ez û birayê xwe Xelîl hêvî dikin ku em ê straan bistrên heta roja ku em vegerin Efrînê, serê xwe bi hunera xwe bilind bikin û em bêjin ku me bi hunera xwe li ber xwe da, em nabînin, lê xweda dengekî xweş daye me, dengê me çeka me ye, erê em nabînin lê em dihêlin em bêne dîtin. "

(k)

ANHA