Şêniyên Tebqayê: Divê destkeftiyên şehîdan werin parastin

Şêniyên kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê teqezî bi parastina destkefiyên şoreşê yên bi saya vîna gelan û şehîdan hatine bidestxistin, kir.

Şêniyên Tebqayê: Divê destkeftiyên şehîdan werin parastin
29 ÇILE, 2024   16:08
TEBQA

Şêniyên herêma Cirniye, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jinan û ciwanan ên kantona Tebqayê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê komîna Cirniyeyê Îbrahîm El Saro daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şêniyên Cirniye bi rêveberiya xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne. Dewleta Tirk êrişî herêmê dike û ji wan êrişan dixwaze Girtîgeha Sînaa ya bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê tê de ne, bombebaran bike, ji bo ku wan çeteyan xilas bike û DAIŞ`ê li herêmê vejîne. Di encamê de tevliheviyeke mezin li Sûriyeyê û dewletên cîran dê çêbe."

Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, Rûsya û Komkara Erebî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û dewleta Tirk neçarî pêkanîna lihevkirinan bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de teqezî bi parastina destkefiyên şoreşê yên bi vîna gelan û şehîdan hatine bidestxistin, hate kirin.

(şx)

ANHA