Di êrişa li Şamê de 7 kes hatin kuştin

Çavkaniyeke leşkerî aşkera kir ku di encama êrişa li ser Seyda Zeyneb a li başûrê Şamê de 7 kes hatine kuştin.

Di êrişa li Şamê de 7 kes hatin kuştin
29 ÇILE, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Seyda Zeyneb a li başûrê Şamê de 7 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene. 

Li gorî SOHR`ê, Îsraîlê 2 mezre li nêzî herêma Seyda Zeyneb bombebaran kirin. Her wiha pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl da êrişê bişikîne lê bi ser neket û moşek li hedefan ketin.

Ajansa nûçeyan Tesnîm a Îranê jî ragihand ku "Îsraîlê êrişî navendeke şêwira leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê kiriye."

Çavkaniyeke leşkerî ya hikumeta Şamê jî ragihand ku saet derdora 13:00`an, Îsraîlê ji Colanê êrişî başûrê Şamê kiriye, li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kuştî û birîndar hene û zirarên madî çêbûne.

(şx)