Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî dan malbata şehîd Ebdo Mesrû û gotin ew nahêlin dagirkeriya Tirk planên xwe li dijî herêmê pêk bîne.

Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
Şêniyên Şehba û Efrînê sersaxî dan malbata şehîd Ebdû Mesrû
18 mijdar, 2023   16:14
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Eniya El Ekrad Ebdo Mesrû (Îsmaîl Mihemed Hemo) bûn ku 14`ê Mijdarê li bajarokê Erîme yê Minbicê şehîd bûye. 

Merasîma sersaxiyê li navçeya Fafîşnê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hacer Miho axivî û sersaxî da malbata şehîd Ebdo Mesrû. Hacer tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Her wiha Hacer got: “Bi berxwedana xelkê herêmê em ê tevahî planên dagirkeriya Tirk di vejandina osmaniyê de têk bibin.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Fafînê Mihemed Nebo jî destnîşan kir ku ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirk hevgirtin pêwîst dike.

Nebo diyar kir ku şêniyên Şehba û Efrînê nahêle dagirkeriya Tirk planên xwe li dijî herêmê pêk bîne.

Di dawiya merasîmê de endama KPC-D Fatme Reşîd wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(şx)

ANHA