Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin

Şêniyên kantona Reqayê 3 şervanên QSD`ê oxir kirin ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîd oxir kirin
9 ÇILE, 2024   15:12
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, endam, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspî tev li merasîma oxirkirina 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); şehîd Xalid Hesen El Şewax, şehîd Mihemed Elî El Receb û birayê wî şehîd Îmad Elî El Receb bûn.

Karwanê şehîdan ji pêşiya morga şehîdan a li Reqayê ber bi goristana şehîdan a li bajarokê El Cedîdat ê li rojhilatê Reqayê ve bi rê ket.

Li goristanê endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Arciwan Mela Elî axivî û got: "Her sê şehîdan ji bo parastina axê, gelê xwe û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, canê xwe feda kir."

Arciwan Mele Elî her sê şehîdên Komkujiya Parîsê; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û soz da ku rêya wan berdewam bike heta ku serkeftinê bi dest dixin.

Her wiha hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê, Mihemed Nûr El Zîb axivî û got: "Em destpêkê sersaxiyê didin xwe û malbata şehîdan. Dewleta Tirk a dagirker şervanên QSD`ê yên ev herêm ji terorê xilas kirine, dike hedef."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Dûre girseyê cenazeyên her sê şehîdan di nav tililiyên dayikan de spartin axê.

(şx)

ANHA