PYD: Modela Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziyê ye

PYD`ê destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziyê û piraniya dozên herêmê ye û mafên gelên Sûriyeyê dabîn dike.

PYD: Modela Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziyê ye
21 ÇILE, 2024   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 10`an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da û ev bone li gelên herêmê pîroz kir. 

Di daxuyaniyê de îşaret bi şert û merc û sedemên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat kirin û hate gotin: "Dema ku sûriyeyî dihatin kuştin û koçberkrin, xetereya terorê û rêxistinên terorîst zêde û projeyên parçekirinê zêde dibûn, rêveberî hate damezirandin."

Di dauxyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên siyasî bi pêşeniya PYD`ê rêgezên bingehîn ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin ku li herêmên din hate pêkanîn piştî ku ji aliyê QSD`ê ve ji terora DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de ev bone li gelê herêmê hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku modela Rêveberiya Xweser, kilîta yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, piraniya dozên herêmê ye û mafên gelê Sûriyeyê li gor têgeha nenavendîbûnê û demokrasiyê, tevlêkirina her kesî di rêveberiyê de dabîn dike.

Di dawiyê de hate gotin: "Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soz didin ku li ser şopa wna bin heta ku armancên wan pêk bînin û destkeftiyên bi saya wan hatine bidestxistin, biparêzin."

(şx)