Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da

Şêniyên kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Bahoz Kobanê û soz da rêya wî temam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.

Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da
Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da
Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da
Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da
Şêniyên kantona Firatê soza domandina têkoşîna şehîdan da
4 hezîran, 2024   15:45
EYN ÎSA

Endamên saziyan û komîteyên meclisên bajarên Kobanê û Girê Spî yên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Kobanê (Mehmûd Hec Ebdî) re xwest.

Merasîma sersaxiyê li gundê Bîr Nasir ê bajarokê Cirin hate lidarxistin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Heza Mihemed axivî û got: "Ciwanên me bi erka xwe ya pîroz radibin û parastina herêmên xwe dikin. Gelên resen destana berxwedanê û têkoşînê didomînin û di oxira bidawîkirina zilmê û rizgarkirina axê ji dagirkeran de, bi hezaran şehîd dan."

Mihemed soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin û dagirkeriyê têk bibin.

Şehîd Bahoz Kobanê di êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundewarên Hesekê de bi 3 hevalên xwe re şehîd bûbû. Her wiha di wê êrişê de 12 kes jî birîndar bûbûn.

(şx)

ANHA