Colemêrg dijî dagirkirina şaredariya xwe li ser piyan e

Xelkê Colemêrgê li dijî darbeya qeyûm (dagirkirina şaredariya bajar), bi pêşengtiya rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dest bi meşê kir.

Colemêrg dijî dagirkirina şaredariya xwe li ser piyan e
4 hezîran, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî waliyê bajar wekî qeyûm hate tayînnkirin, hêrsa gel kêlî bi kêlî zêde dibe. 

Çalakiyên ku şevê din heta serê sibehê dom kirin, îro bi meşeke mezin didomin.

Bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li navenda bajar di van kêliyan de çalakî tê lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wê daxuyanî bê dayîn û piştre jî dê heta ber avahiya şaredariyê meş bê lidarxistin.

(a)

ANHA