Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da

Bi sedan şêniyên Hesekê û bajarokên wê di 3 konên li cihên cuda yên bajêr de hatine vedan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya herêmê şermezar kirin  û soza parastina herêmê da.

Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
Şêniyên Hesekê soza parastina saziyên xwe da
17 ÇILE, 2024   17:33
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 çalakiyên konvedanê li depoyên dexlûdanan li taxa Til Hecer, li Mehleca Hesekê ya li taxa Mişêrfê û li stasyona Xezel a li taxa Telai ya Hesekê vedan.

Ji sibehê ve bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê û endamên saziyên sivîl berê xwe da konan û nerazîbûna xwe li hember êrişan nîşan dan.

Di çalakiya konvedanê ya li taxa Til Hecer daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şêniyên Hesekê amade ne saziyên xwe ji êrişan biparêzin, ji ber ku ew sazî xizmetên sereke pêşkêşî zarok û malbatan dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina çavkaniyên jiyanê yên herêmê û peydakirina krîzeke aborî ye da ku gel koçber bibin û dev ji mal û erdên xwe berdin û herêmê dagir bike wek ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû pêkhateyên herêmê dike û dixwaze wan qir bike, îrade û projeya gel têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li dijî êrişan û destekdayîna hêzên leşkerî ji bo parastina herêmê û destkeftiyên şehîdan hat dayîn.

Çaverê ye îro çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA