Şêniyê kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên li dijî herêmê dike, şêniyên kantona Cizîrê çalakiyên cuda li dar xistin û destnîşan kirin ku li hember êrişan, berxwedana wan berdewam e.

14 ÇILE, 2024   16:49
QAMIŞLO

Nerazîbûnên gelên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Cizîr, endamên meclisên navçeyê û saziyên sivîl derketin xwepêşandanê

Xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya Delê ya li başûrê navçeyê dest pê kir û li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitîngê de endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kedo axivî û got ji ber paşguhkirina civata navneteweyî, dewleta Tirk sûcan li dijî herêmê dike û êrişên xwe didomîne.

El Kedo destnîşan kir ku li hember wan êrişan, berxwedana wan heta pêkanîna serkeftinê berdewam e.

ÇILAXA

Li Çilaxayê jî Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe da.

Endamê komîteyê Yunis Hacî daxuyanî xwend û got: "Em ê li hember êrişan têkoşînê mezin bikin û nifşekî berxwedêr mezin bikin."

TIL HEMÎS

Her wiha şêniyên navçeya Til Hemîsê û gundên derdorê, nûnerên rûspiyan navçeyê ji pêşiya navenda Gumrukê meşiyan.

Meş li qada Navenda Çandiniyê rawestiya. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Navçeyê Fayiq Elî axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Armanca Erdogan qirkirina gelan e."

Endamê Komîteya Dibistanan a Til Hemîsê Ziyad El Betran jî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişan, şermezar kir û got delîla hevkariya wê bi dewleta Tirk re ye.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Hemîsê Xalib El Sadûn jî soz da ku şopdarên rêya berxwedanê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(şx)

ANHA