Sekreterê Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas wefat kir

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebaas çû ser dilovaniya xwe û dê li gorê gundê xwe Bêyandûr ê navçeya Tirbespiyê were veşartin.

Sekreterê Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas wefat kir
20 nîsan, 2024   11:02
QAMIŞLO

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas di encama nexweşiyê de çû ser dilovaniya xwe. Ebas li dû xwe mîraseke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî hişt. Yek ji têkoşerên herî kevnar li herêmê ye ku ji bo doza Kurd li Sûriyeyê fedakariyên mezin kirin û roleke mezin di yekitiya partiyên Kurd de lîst.

Ebas sala 1946`an li gundê Bêyandûr ê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Ji siyasetmedarên pêşîn bû ku tev li projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû dema 21`ê Çileya 2014`an hate avakirin. Bi helwestên xwe yên nîştimanî li hember siyasetên hin partiyên li dijî doza kurd, dihat naskirin. Her wiha helwesta wî li hember êrişên dewleta Tirk, hêzên Kurd û kurdistanî diyar û zelal bû.

Ebas di gelek boneyan de, helwesta xwe li hember siyasetên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan rave kiriye û gotiye: "Heke Rêber Abdullah Ocalan serbest neyê berdan, hewldanên çareserkirina dozên Rojhilata Navîn, dê bi bin kevin. Ji ber ku ew rêberekî ku nûnertiya gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî dike. Serbestberdana wî, dê bihêle herêm di nava azadî, demokrasî û aştiyê de be."

(şx)

ANHA