Şehîdên êrîşên ser Qamişlo sibe tên oxirkirin

Cenazeyên 8 welatiyên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qamişlo de şehîd bûne, wê sibe bi merasimekê bên oxirkirin.

Şehîdên êrîşên ser Qamişlo sibe tên oxirkirin
25 kanûn, 2023   20:46
QAMIŞLO

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku îro (25 Kanûn 2023) li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn. 

Di êrişa li ser Çapxaneya Sîmav de Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo şehîd bûn.

Di bombebarana kargeha Êman a Cizîrê de Rênas Hemîd şehîd bû.

Di bomebarana kargehek li taxa Eleya de Ferhan Temê şehîd bû.

Di hedefgirtina aşxaneya gundê Um El Fursan de jî Aya Sebawî û Faris El Faris şehîd bûn.

Cenazeyên 8 şehîdan wê sibe bi merasîmek bi heybet werin oxirkirin. Li gorî agahiyên Meclîsa Malbatên Şehîdan merasîm wê sibe saat 12.00’an li peşiya morgê ya li taxa Enteriyê destpê bike. Cenazeyên şehîdan wê ji vir bi girseyî û meşê bibin Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan û bispêrin axê.

Meclîsa Malbatên Şehîdan banga tevlîbûna merasîmê kir.