Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Qadir Rojava li goristana bajarokê Hikumiye oxir kir.

Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
Şehîd Raqî Mulhim El Mûsa hat oxirkirin
7 gulan, 2024   16:10
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, PYDˊê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana bajarokê Hikumiye ya li bakurê kantonê kom bûn. Da ku cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Qadir Rojava (Raqî Mulhim El Mûsa) oxir bikin. Şehîd Qadir Rojava di qezayekê de li kantona Reqayê şehîd bû.

Di merasîmê de yek ji fermandarê QSDˊê ya kantona Reqa Qehreman Xebat axivî û fedakariyên lehengan li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Dûre apê şehîd, Wehîd El Ebdullah axivî û got: "Da ku ev welat bi azadî û rûmbet bijî em kezebên xwe didin. Em ê heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û di nava tilîliyên dayikan de şehîd hat oxirkirin.

(fr)

ANHA